Konseya Yekîtiya Ewropayê stratejiya yekîtiyê ji bo Sûriyeyê pêk tîne

PRESS RELEASE
180/17
Brussels, 3 April 2017

Konseya Karên Derve, 3 nîsana 2017’an
1. Ji ber encamên konseyê di 23’yê gulan û 17’ê cotmeha 2016’an de û her wiha encamên Konseya Ewropayê di 15’ê kanûna 2016’an de, Konseya Yekîtiya Ewropayê ji ber rewşa xerab a Sûriyeyê, dewamkirina şêr û pirsgirêkên mirovî û siyasî yên şêr nîgeran e. Bi qasî 13.5 milyon kes li Sûriyeyê li benda alîkariyên mirovî ne, 6.3 milyon kes koçber bûne, 1.5 milyon kes di bin dorpêçan de dijîn û zêdetirî 5 milyon kes penaberî welatên cîran û biyanî bûne.

2. Rejîma Sûriyeyê berpirsê sereke yê parastina xelkê wî welatî ye. Lewre konse ji rejîma Sûrî û alîgirên wê bi taybet ji Rûsyayê daxwaz dike ku hemî hewlên xwe ji bo sekinandina şer û şikandina dorpêçan bidin û rê li ber alîkariyên mirovî vekin. Konse binpêkirina eşkere, sîstematîk û berfireh a qanûnên navnetewî ji hêla her aliyekî ve, bi taybet rejîma Sûrî ve bi tundî şermezar dike. Ev yek divê bê sekinandin û berpirsên wê bên darizandin. Konseya YE’yê her wiha dorpêçkirina herêmên qerebalix û birçîhîştina wan wek amûrekê ji bo şer û koçberkirina wan ku her du alî jî mimkin e dest bi tawanên mirovî yan komkujiyan bikin şermezar dike. Heta ku serkutkirin dewam bike, YE’yê wê hewlên xwe bidomîne. Her wiha YE’yê li ser wê baweriyê ye ku pêkanîna aştiyeke mayinde li Sûriyeyê pêkan e.

3. Konseya Ewropayê dide zanîn ku şerê li Sûriyeyê rasterast bandorê li YE’yê dike, lewre pêwîst e Ewropa çarçoveyeke stratejîk a taybet ji bo helwesta xwe li Sûriyeyê bi pêş bixe, ji ber ku Sûriye beşek ji stratejiya herêmî ya YE’yê ye ku Îraq û gefa DAÎŞ’ê jî tê de cih digirin. Stratejiya herêmî ya YE’yê di adara 2015’an de hat sazkirin û piştgiriyê dide pêwendiyên hevbeş ên ji hêla komisyon û nûnerê taybet û li pey armancên jêrîn e. Bi van encaman stratejiya YE’yê li Sûriyeyê pêk tê. Armancên stratejîk ên YE’yê li Sûriyeyê di 6 xalan de cih digirin:

a) Bidawîkirina şer û veguhestina desthilatdariyê li gor biryarnameya Konseya Ewlehiyê UNSCE 2254 û gotûbêjên aliyên cida yên şêr li gel hev di bin çavdêriya nûnerê taybet ê yê NY’ê li Sûriyeyê bi piştevaniya aliyên bibandor ên herêmî û navnetewî

YE’yê li ser vê baweriyê ye ku ti rêçareyeke leşkerî ji bo şerê li Sûriyeyê tine û alîgirê parastina serweriya ax û serxwebûna Sûriyeyê ye. Tenê riyeke siyasî ku di biryarnameya 2254’a Konseya Ewlehiyê û her wiha daxuyaniya Cenevê de hatiye, dikare aştiya li welêt û têkçûna DAÎŞ û rêxistinên din ên terorê misoger bike. YE hewlên xwe ji bo çêkirina hevpeymaniyekê ji bo têkoşîna li hember DAÎŞ’ê û têkbirina wê li Îraq û Sûriyeyê dewam dike.
YE bi tundî piştgiriya hewlên nûnerê taybet ê NY û destpêkirina gotûbêjên Sûriyeyê dike. YE hevdem li gel erêkirina dewama hewlên NY li Cenevê, destekên xwe yên ji nûnerê bilind ê herêmî ku mijûlî gotûbêjên siyasî li gel aliyên binandor ji bo naskirina
warên hevbeş di çarçoveya arastebûyî ji hêla YE’yê ve li herêmê ye, dewam dike. Konseya Ewropayê piştgiriyê dide xurtbûna hewlên ji bo beşdariya giştî û bibandor a jinan û şêwir û gotûbêjên dayîmî li gel civaka sivîl a Sûriyeyê.
Pêşketina Cenevê girêdayî hewl ji bo kêmkirina tundî û afirandina pêbaweriyê di vî warî de ye. Bi vî awayî YE ji bo rawestandina şêr hewlinan dide û dibêje ku çêkirina mekanîzmên sêalî di gotûbêjên Astanetê de divê li ser esasê gihîştina bi agirbestê be. Konseya Ewropayê ji ber dewamkirina tundî ji hêla terorîstan ve li ser sivîlan û armacên terorîstî yên rejîm û alîgirên wê biguman e. Konseya Ewropayê ji hemî aliyan daxwaz dike ku rêzê li agirbestê bigirin û ji Rûsiya, Tirkiye û Îranê dixwaze ku agirbestê berçav bigirin. Ji bo dabînkirina ewlehiyê ji bo gihandina alîkariyên mirovî, şikandina dorpêçan û azadiya girtiyan, bi taybet jin û zarokan gotûbêjên zêdetir di çarçoveya UNSCR 2268 a Konseya Ewlehiyê bên kirin.

b) Desteka ji bo veguhestina desthilata giştî ya Sûryeyê li gor biryarnameya 2254 a Konseya Ewlehiyê û daxuyaniya Cenevê bi riya piştevaniya dijberên siyasî
Yekîtiya Ewropayê wê destekên xwe ji dijberîn sûrî di gotûbêjên Komîteya Bilind (HNC) de wek nûnerê dijberan li Cenevê bidomîne. YE piştevaniya hewlên HNC`yê yên ji bo veguhestina desthilatê dike, her wiha hewl dide ji bo xurtkirina helwesta dijberan di gotûbêjan de destekan bike.
Konse wê aliyên cida yên Sûrî ji bo lihevkirinên bibandor û bê şert li gor bernameya nûneyê taybet ê NY teşwîq bike û rêçareya bibandor a HNC`yê ji bo çêkirina heyeteke giştalî û pêşkêşkirina bernameyên baştir destek bike. Konse dixwaze ji bo bihêzkirin û bibandorkirinê, Komîteya Şêwrê ya Jinan a HNC`yê tevlihev bike. Her wiha ji rejîma Sûrî dixwaze ku bernameyên xwe ji bo veguhestina desthilatdariyê pêşkêş bike.
Pêvajoya siyasî divê birêkûpêk be da ku hemî beşên civaka Sûryeyê ji bo çêkirina yekitiya netewî tê de beşdar bin.

c) Rizgarkirina jiyana gel bi riya berçavgirtina dirust, bibandor û kêrhatî ya pêwîstiyên mirovî yên mexdûrên li seranserê welêt bi şêweyeke dirust
Yekîtiya Ewropa bi tundî li hember derxistina astengiyên bizanebûn li hember alîkariyên mirovî ye û careke din dubare dike ku pêwîst e ewlehiya Yekîtiya Ewropayê û rêxistinên mirovî li seranserê welêt ji bo gihandina alîkariyên mirovî bê dabînkirin. Dabînkriina ewlehiya alîkariyên mirovî erka her aliyekê ye.
Yekîtiya Ewropayê wek mezintirîn piştevanê alîkariyên mirovî li Sûriyeyê, wê dîplomasiya xwe ya ji bo baştirkirina bidestxistin, parastin û her wiha baştirkirina pirensîbên mirovî dewam bike. YE wê di warê bicihanîna giştî ya xebatên mirovî û zextên li hember Sûriyeyê têkoşîna xwe bidomîne. YE her wiha desteka qurbaniyên mayînan dike û perwerdehiyên pêwîst ji bo talûkeyên mayînan pêşkêş dike

d) Desteka demokrasî, mafên mirov û azadiya derbirînê bi riya xurtkirina saziyên sivîl li Sûryeyê
YE wê saziyên sivîl destek bike, divê Odeya Piştevaniya Civaka Sivîl a Sûrî û Heyeta Şêwrê ya Jinan di heyama piştî şer de roleke girîng bilîze û piştgiriyê bide pêvajoyê aştiyê. Her wiha Konseya Ewlehiyê daxwaza zêdekirina hewlên ji bo desteka azadiya derbirînê û desteka çapemenî û medyayên azad dike

e) Baştirkirina berpisyariya di warê tawanên şer ji bo hêsankirina pêvajoya aştiya netewî û pêkanîna edaletê
Yekîtiya Ewropayê wê hewlên xwe ji bo desteka berpisyariya li hember tawanên şer, binpêkirina mafên mirov û qanûnên navnetewî ku bikaranîna çekên kîmyayî jî digire nav xwe, dewam bike. YE binpêkirinên sîstematîk ên mafên mirov li Sûryeyê ku ji hêla Komsyona Serbixwe ya Navnetewî ya NY ve hatine piştrastkirin, bi tundî şermezar dike ku mijar lêkolînên sala çûyî yên têkildarî Helebê jî digire nav xwe. Konse desteka xwe ya li Komisyona Lêkolînên radigihîne. Konse alîgirê domandina komkirina agahiyên der heqê hewlên qanûnî yên paşerojê û bikaranîna wan agahiyan ji hêla dadgeha tawanên şer ên navnetewî li dijî hemî wan kesan e ku berpirsên binpêkirinên mafên navnetewî ne. Di vî warî de konse piştgiriya xwe li damezirandina mekanîzmên navnetewî, serbixwe û bêalî ji hêla Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî radigihîne û li ser girîngiya dabînkirina çavkaniyên pêwîst ji bo dewamkirina karê xwe dupat dike. YE hemî hewlên ji bo pêkanîna aştiya netewî destek dike.
Konse her wiha bikaranîna çekên kîmyayî ji hêla rejîma sûrî û DAÎŞ`ê ve ku ji aliyê mekanîzma hevbeş a lêkolînê OPCW`a Neteweyîn Yekbûyî ve hatine erêkirin, şermezar dike û li gor biryarên ku meha adarê hatine dayîn, daxwaza zextên li hember berpirsan dike. Konse wê hemî hewlên xwe ji bo dîtin û naskirina kesên wendabûyî bide.

f) Desteka civak û gelê Sûryeyê
Yekîtiya Ewropayê ji bo arastekirina xizmetên perwerdehî, kar û parastina pêkhateyên navçeyî yên fermî bixebite. Ku xebata ji bo hikûmeta nû û pêşîgirtina li hilweşîna saziyên fermî digire nav xwe. YE wê hemî hewlên xwe ji bo zêdekirina alîkariyan û wergirtina destekên navnetewî yên li hindurê Sûryeyê bide. Her wiha YE li ser soza xwe ya veguhestina alîkariyên mirovî ji bo gelê Sûrî li hindurê welêt sekiniye û wê li hember pêşketina tundrewî û radîkalîzmê têkoşîna xwe bidomîne. YE wê xwe têkilî hewlên têkildarî guherînên civakî û nifûsnasiyê neke.

4. Yekîtiya Ewropa dupat dike ku tenê wê demê ji bo veçêkirina Sûryeyê amade be ku veguhestineke desthilatê ya giştalî û rastîn bi riya gotûbêja hemî aliyên şer li Sûryeyê li gel hev û li gor biryarnameya 2254 a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (2015) û daxuyaniya 2012`an a Cenevê pêk bê. Wê demê mimkin e ku konse alîkariyên piştî bidawîbûna şêr berçav bigire. Bi vî awayî konse dikare hewlên zextê yên niha li ber çavan re derbas bike, dest bi nirxandina alîkariya li gel desthilata veguhsetî bike û çavkaniyên aborî ji bo desteka veçîkirina piştî şer, bi taybet mîrateyaçandî ya xwebexş bike. Her wiha li ser esasê siyaseta cînartiya Yekîtiya Ewropayê, amûr û rêbazên pêwîst û bernameyên din ji bo çareserkirina pirsgirêkên veguhestinê û aramkirina civakê ji hêla geşkirina aborî bi kar bîne. Yekîtiya Ewropayê bi awayekî çalak wê li gel Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên aborî yên navnetewî û saziyên din ên alîkar hevkariyê bike û bi taybet li ser vê baweriyê ye ku mesrefên veçêkirinê li stuyê aliyên sûcdar be.

5. Agahiya Yekîtiya Ewropayê der heqê bandora şerê sûrî li ser welatên cîran heye û li ser sozên xwe yên der heqê piştevaniya ji welatên Urdin, Libnan, Tirkiye, Îraq û Misrê ku di salên derbasbûyî bi milyonan mexdûr hebandin, sekiniye. Konseya Yekîtiya Ewropayê rêzên li van hewlan digire û daxwaza dewamkirina wan ji hêla peymanên di navbera Urdin-YE, Libnan-YE û daxuyaniya Tirkiye-YE dike ku li pey gihîştina bi sozên Londonê ji bo van welatan e.

6. Wisa xuya dike ku wê di paşerojê de Konseya Yekîtiyê mazûvana konferansa Brûkselê be ku ji bo desteka paşeroja sûrî û herêmê wê di 4-5`ê gulana 2017`an piştî konferansa London(sibata 2016`an), konferansa Kuweytê (2013-15), konferansên Berlîn û Helsikiyê (2014, 2017), tê lidarxistin. Ev konferans desteka navnetewî ji pêvajoya siyasî ya NY xurttir dike û alîkariyên aborî ji bo pêwîstiyên amajepêkirî ji hêla NY ve û her wiha alîkariyên pêwîst ji bo welatên ku koçberan dihebînin, zêdetir dike. Ev yek nîşan dide ku stratejiya YE`yê wê ji konferansên Ewropayê re bibe destûrnameyekê.

Hat kopikerin ji http://www.consilium.europa.eu/en/press/press-releases/2017/04/03-fac-conclusions-syria/

 

Leave a Reply

Security Checkpoint * Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.