Skip to content Skip to sidebar Skip to footer

Nameyeke Hevbeş der barê Biryara Encumena Ewlekarîyê ya Winadyên Şerên Çekdarî de

Encumena Ewlekarîyê destpêka vê hefteyê biryareke nû der barê windayên şerên çekdarî de derxistiye. Ev biryar bi rêya destpêşxerîyeke Kiwêtê bû û Sêşema borî li jêr jimara S/RES/2474  derket, û qewîtîyên der barê doza windayan di nav xwe de hewand her weha teqezî li berpisyarîya dewlet û alîyên neteweyî kir.

Ev biryar gaveke pêşketî ye di warê komkirina vîna navdewletî de ji bo bipêşxistina mîkanîzmên bibandor di warê dijatîya windakirina bineçar û girtina keyfî de, di şerên çekdarî de.

Di heman dema ku alîyên şer li Sûrîyayê çalakîyên xwe  di warê kuştin, girtin û îşkencekirinê de, bê ceza, didomînin; dozên çareserîya siyasî di qonaxa bê de metirsîyekê li ser doza winda û girtîyên li Sûrîyayê dinimîne, nemaze eger were paşguhkirin û gava diyarkirina çarenûsa windayan û serbestkirina girtîyan weke gaveke avakirina bawerîyê berî dîtina çareyê, were jibîrkirin.

Ji bo piştgirîya vê gavê, 50 sazîn/Rêxistinin Surî nameyek hevbes ji Encumena Ewlekarîyê re şandin.

Bi berwewamîay bobelata ku bi serê bi hezarên malbatên li Sûrîyayê hat, ku keç û lawên di şerê berdewam de ji dest wan çûn, hêvî bi derketina biryara navdewletî ya pêşîn, Sêşemê 11ê hizêrana 2019an, ji hêla encumena ewlekarîyê ve cardin dipişkive. Ev biryar teqezîyê li ser pêşekîya mijara windayên şerên çekdarî dike û doza tevgereke navdewletî bo qedexekirina windakirina bineçarî di şerên çekdarî de dike.

Em rêxistinên jêrîmzeker, li gel pêşwazîya li vê gava pêşketî di encumena ewlekarîyê de, ku bi destpêşxerîya Kiwêtê derketiye holê, bi rêya derxistina biryara windayên şerên çekdarî S/RES/2474, em ji dewletên endamên Encumena Ewlekarîyê û dewletên ku piştgirîya mafên mirovan û çareya aştîyane bo şerên çekdarî dikin, dixwazin ku fişarê li ser alîyên şer li Sûrîyayê bikin da ku biryarên zelal û diyar li gor biryara navdewletî bi cih bînin û çarenûsa bi hezarên kesên winda û revandî eşkere bikin, li gel garantîkirina damezrandina mîkanîzmeke lêpirsîn û cezakirinê ya serbixwe û bi serpereştîya navdewletî, da ku eşkerekirina çarenûsa windayan û dadgehkirineke dadmend bo tawankaran misoger be.

Çarenûsa hejmareke nedestnîşankirî ji Sûrîyayîyan îroj ne diyar e, ji ber ku bi awayekî keyfî hatine girtin û bi neçarî hatine veşartin. Malbatên wan jî bendewarên agahîyekê ne. Dema ku Hikûmeta Sûrîyayî dest bi siyaseta derxistina mirinnameyên kesên winda kir, piştî ku gelek sal li ser windabûyîna wan derbas bûn, lê alîyên ewlekarîyê û dadgehên Sûrîyayî hîn jî lêpirsîneke zelal der barê sedemên mirina wan venakin, ne jî termên wan radestî malbatan dikin her weha ne jî rewş û cihê girtina wan di salên piştî windabûyîna wan û berî mirina wan diyar dikin.

Di vî warî de, em bendewarên şopandina çalak ya encumena we ne bo vê mijarê her weha daxwaz dikin ku xebatek were kirin da ku sînorek ji bo van kiryaran û siyaseta bêcezakirinê re were danîn, ji ber ku li dijî her derfeteke aştî û lihevkirinê li Sûrîyayê disekinin.

Derxistina biryarê û erêkirina hemû alîyan li ser vîneke navdewletî bo eşkerekirina dosyaya windayan dinimîne, em jî weke beşekî hêzên civaka sivîl li cîhanê; bendewarên rola çalak ya Neteweyên Yekbûyî û dewletên endamên Encumena Ewlekarîyê ne, ji bo şopandina rewşa girtî û windayan, çi qurbanîyên DAIŞê, yên hêzên Hikûmetê an komên çekdar bin li Sûrîyayê, herweha garantîkirina pabendîya alîyên şer û hevalbendên wan bi alîkarîya bê şert û merc ji bo eşkerekirina çarenûsa girtî û windayan û destnîşankirina berpirsan, weke gaveke pêşîn a bicihanîna dadmendîyê û avakirina dewleta serwerîya qanûnê li Sûrîyayê.

Li gel bendewarîya me bo şopandina Emîndarê Giştî yê Netewtyên Yekbûyî bo mijara windayan li Sûrîya û Cîhanê, em teqezîyê li ser giringîya hevkarîya di nav hêzên sivîl de dikin û dibînin ku hevkarîyeke rast dê xwedî bandor be di çalakkirina rola raporên emîndarîya giştî yên dewrî di warê mijarên windayan de her weha dê xwedî şûneke hiştina vê dosyayê di pêşekîya destpêşxerîyên çareserî û aştîya cîhanî de be.

Ji vir, em rêxistinên sivîl yên ku dijatîya makîneya cengê dikin, danûstendinê bi guhertinên civakên nevxweyî di demên cengê de dikin û binpêkirinên mafên mirovan bibelge dikin, teqezîya xwe cardin der barê giringîya rûniştinên Encumena Ewlekarîyê yê taybet bo dosyaya winda û girtîyên şerê çekdarî li Sûrîyayê, tînin ziman, her weha derxistina nexşerêyekê ku li gor biryarê be û bi van xalan pabend be:

1. Eşkerekirina çarenûsa windayan ji hêla alîyên şer li Sûrîyayê, nemaze ji hêla Hikûmetê ve, bi rêya radestkirina lîsteyên fermî yên navên girtîya, cih û dîroka girtina wan, sedem û tomet, bo sazî û ajansên navdewletî her weha serbeskirina hemû girtî û revandîyên li cem hemû alîyan li Sûrîyayê, ku ji ber mafên xwe yên sereke hatine girtin, demlidest û bê şert û merc.

2. Pabendkirina desthilatên nerewa û alîyên şer yên navxweyî, herêmî û navdewletî, bi rawestandina demlidest ya girtina keyfî û veşartina bi neçarî, her weha rawestandina operasyonên bidarvekirin û kuştina girtîya û radestkirina terman.

3. Pêşkêşkirina garantîyên navdewletî bo parastina hemû dever, peyt û komgoran li seranserî Sûrîyayî ji bo ku dîtina rewşên alîkar di gera li qurbanîyan de û parastina peytên alîkar di cezakirinê de, misoger be.

4. Avakirina dezgeheke niştîmanî bi serpereştîyeke naveteweyî da ku di ber dosyaya windayan li Sûrîyayê berpirs be her weha bi karên vekirina hemû girtîgehên ku ji hêla Hikûmeta Sûrîyayî ve tên birêvebirin her weha girtingehên girêdayî DAIŞê û alîyên leşkerî yên opozisyonê û yên radîkal li pêş pisporên navdewletî û navxweyî her weha dezgehên mafnas û mirovî yên navxweyî û navdewletî.

5. Piştgirîya rêxistinên civaka sivîl yên ku di warê bibelgekirina windayan û grûpên qurbanîyan de dixebitin, da ku karibin bi karê xwe di warê lêgerînê û bibelgekirina windayan û destnîşankirina berpirsan de rabin. Her weha piştgirîya dezgehên ewlekarîyêyên pispor di warê şopandina tawanên cengê û yên dijî mirovahîyê de li Sûrîyayê li gel rewşên veşartina bineçarî û windayan, nemaze Komîteya Şopandina Rastîyê li Sûrîyayê û Mîkanîzma Bêalî û Serbixwe ya Nevdewletî ji bo şopoandina

lêpirsînan û dozvekirina li kesên ku tawanên metirsîdar li gor Qanûna Navdewletî ji 2011an ve li Sûrîyayê kirine.

Rêxistinên Îmzeker:

1. Berevanîya Sivîl a Sûrîyayî – Kumên Sipî

2. Beytuna Sûrîya

3. Bi Dadê Re

4. Bosle ya Perwerde û Xulqdarîyê

5. Dengê Girtîyan

6. Dewletî

7. El-Sûrîye Net

8. Elyewm Eltalî

9. Fenar ya Geşepêdana Civakî

10. Hevgirtina Malbatên Revandîyên DAIŞê

26. Navenda Dadê ya Mafên Mirovan

27. Navenda Lêkolînên Komara Demokrat

28. Navenda Omranê ya Lêkolîna – Klûba

Sûrîyayî

29. Navenda Sûrîyayî ya Jimartinê û Lêkolînan

30. Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û

Azadîya Derbirînê

31. Navenda Wisûlê ya Mafên Mirovan

32. No Photo Zone

33. Oronamo ya Dadê û Mafên Mirovan

11. Hevgirtina Malbatên Sîzerê

12. Hevgirtina Şemil

13. Hevgirtina Sûrîyayî ya Hemwelatînîyê

14. Hevgirtina Sûrîyayî ya Mafên Mirovan û

Lêpirsînê

15. Hizir û Avakirin (Navenda Sûrîyayîyan li

Manchesterê)

16. Îhsan ya Hawarçûn û Geşepêdanê

17. Kampanîya Bi Yên Din Re Alîkar Bin

18. Kampanîya Ji Bo Sûrîyayê

19. Kiş Melik

20. Klûba Sûrîyayî

21. Komîteya Mafên Mirovan a Sûrîyayê

(MAF)

22. Lobîya Femînîzma Sûrîyayî

23. Malbatên Azadîyê

24. Najda Now International

25. Navenda Bibelgekirina Binpêkirinan

34. PÊL – Pêlên Sivîlane

35. Programa Sûrîyayî ya Bipêşxistina Qanûnî

36. Rewangeha Sûrîyayî ya Mafên Mirovan

37. Rêxistina Bedailê

38. Sazîya Biratî ya Mafên Mirov

39. Rêxistina Dadmendîyê bo Jiyanê

40. Rêxistina Jin Nuha bo Geşepêdanê

41. Rêxistina Kewakîbîyê ya Mafên Mirovan

42. Rêxistina Sûrîyayî ya Mafên Mirovan

43. Rizq ya Perwedeya Pîşeyî

44. Sazîya Xetewatê

45. Sûrîyayîyên Ji Bo Rastî û Dadê

46. Tora Erebî ya Agahîyên Mafên Mirovan

47. Tora Hurasê

48. Tora Sûrîyayê ya Qanûnî li Holandê

49. Tora Sûrîyayî ya Mafên Mirovan

50. Yekîtîya Hevrêzîyên Sûrîyayîyan Li

Seranserî Cîhanê